25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê

Li Qendîlê jinan bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê çalakî kirin. 

Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê destpê kirin.

Li Binarê Qendîlê çalakî hat lidarxistin

Di vê çarçoveyê de li Binarê Qendîlê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê çalakiyek hat lidarxistin.

Di çalakiyê de li ser navê Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) Awaz Îsmaîl axivî.

Awaz Îsmaîl daxwaz ji hemû jinên cîhanê kir ku xwedî li azadî, erk û berpirsyartiya xwe derkevin û got:

“Ji ber ku jin her roj rûbirûyî destdirêjî, kuştin û girtinê dibin, dixwazin îradeya me bişkênin û çanda xwe li ser me ferz bikin.

Divê jin yekgirtî bin û bi yek hêzê di dijî vê zilmê rawestin.”

Back to top button