Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 57 roj in didomin

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya bi pêşengiya jinan û xwandekaran bê navber dewam dikin.
Tevî hemû zext û tundiya hêzên dewleta Îranê jî, çalakiyan bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” di roja 57’an de kirin.

Xwepêşandan û çalakiyên li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jinan û xwandekaran, bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, azadî” dewam dikin.

Serhildana bi daxwaza azadiyê îro di roja 57’an de jî berdewam kir.

Duh bi şev li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê çalakî hatin lidarxistin û çileyên qurbaniyên serhildanê, hatin lidarxistin.

Li bajarên Sine, Mahabad, Bokan, Kamyaran û gelek herêmên din yên Rojhilatê Kurdistanê, ciwanan û jinan bi çalakiyên cûda nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Duh li bajarokê Serdeştê, ji ber kuştina welatiyê bi navê Hêmin Hemze li gundê Bêwranî yê heman bajarokî, xwepêşandaneke mezin hate lidarxistin.

Welatiyan cenazeyê Hêmin bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ spartin axê û piştî merasîmê çalakî li dar xistin.

Hêzên dewletê li vir êriş kirin û pevçûn derket.

Li bajarê Seqizê jî welatiyan deriyê dikanên xwe venekirin û neçûn ser kar.

Li gelek bajarên Beluçistanê jî di navbera hêzên dewletê û welatiyan de pevçûn derket.

Li Tahranê jî çilrojiya zarokê 17 salî yê bi navê Îhsan Xan Mihemedî hate lidarxistin û piştre xwepêşandan hate lidarxistin.

Her wiha li gekel bajarên Îranê jî welatiyan bi rêbazên cuda çalakiyên pirotestoyî dijî dewleta Îranê domandin.

Li aliyê din, xwandekarên li Rojhilatê kurdistanê û Îranê careke din bi daxwaza azadiya xwandekarên girtî çalakiyên pirotestoyî lidarxistin.

Back to top button