Bang tên kirin ku bikaranîna çekên kîmyewî were lêkolînkirin

Endamê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Parêzer Berdan Acûn diyar kir ku divê Neteweyên Yekbûyî rê ji rêxistinên navneteweyî yên dixwazin bikaranîna çekên kîmyewî lêkolînan bikin re veke.

Li hemberî sûcên şer ên dewleta Tirk, bangên ji bo saziyên navneteweyî ku bi erka xwe rabin zêde dibin.

Endamê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Parêzer Berdan Acûn ji ANF’ê re qale bêdengî û nelêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî kir.

Parêzer Berdan Acûn: Welatên ku peyman îmze kirine divê binpê nekin

Parêzer Berdan Acûn diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî di peymanên navneteweyî de sûcê şer tê hesbandin û got:

“188 welatan îmze avêtine biniya peymanê.

Bi awayekî vekirî soz dane ku ew ê vê qedexeyê binpê nekin û li ser vî esasî peyman îmze kirine.

Di nav van welatan de Tirkiye jî heye ku di sala 1997an de peyman îmze kiriye.

Li gorî vê peymanê jî divê hilberîn, veguhestin û bicihkirin jî qedexeye..”

Berdan Acûn: Divê NY bikaranîn çekên kîmyewî bixe rojevê

Acûn bi bîr xist ku heyetên serbixwe yên ji Almanya û Swîsreyê xwestine biçin herêmê lêkolînan bikin, lê belê hatine astengkirin û wiha axaftina xwe domand:

“Di belgeyên ku hatin weşandin de bi zelalî dixuyê ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn.

Piştî van belgeyan, divê sekreteriya Neteweyên Yekbûyî bikeve dewrê.

Divê ev mijar ji aliyê komîteyeke serbixwe ve bê lêkolînkirin û raporkirin.

Destûra lêkolînê dikare bi fermana Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî were wergirtin. ”

Berdan Acûn: OPCW divê li gorî misyona xwe tevbegere

Di dawî de parêzer Berdan Acûn diyar kir ku OPCW û saziyên mîna wan bi rastî rêxistinên serbixwe ne û mîsyoneke wan a navneteweyî heye û got:

“Ev rêxistin ne li ser bingeha dewlet û peymanan, lê ji ber mîsyona meseleyên li ser disekinin, lêkolînan dikin.

Divê rê were dayîn ku lêkolîn were kirin û astenkirina lêkolînkirinê bê rakirin.”

Back to top button