“Şoreşa Rojhilat û Îranê çareseriya binegehîn a pirsgirêkên jinan e”

Hevseroka Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Gulan Fehîm têkildarî şoreşa gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya di bin pêşengiya jinan û têkoşîna jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nirxandin kir. Gulan Fehîm diyar kir ku Şoreşa Rojhilat û Îranê çareseriya bingehîn a pirsgirêkên jin û civakê ye.

Hevseroka Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Gulan Fehîm derbarê şoreşa Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku nêzî du mehane didome nirxandin kir.

Gulan Fehîm diyar kir ku şoreşa Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya di bin pêşengiya jinan de çareseriya bingehîn a pirsgirêkên jin û civakê ye û got:

Serhildana gel ya bi pêşengiya jinê li dijî feraseta navendîperestî û zayendperestiyê destpê kir û roj bi roj geştir dibe û daxwazên azadiyê zêdetir dibin.

Daxwaz û armancên gel jî azdiya jin û civakê ye

“Sîstema dagirker bi nvaê olê dixwaze desthilatdariya xwe li ser civakê ferz bike”

Gulan da zanîn ku sîstema dagirkerî di bin navê ol de hewl dide serdestî û desthilata xwe li ser gel û civakê misoger bike û wiha domand:

Dewleta Îranê ji bo bikare civakê bê wate û îrade bike, di nava hewldana dûrxistina jinan ji cewher û rastiya wan de bû.

Li himber vê desthilatdariyê gel bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ku bûye dirûşmeya azadîxwazên cîhanê, têkoşîn dikin.

“Rêber Apo bi salan ji bo azadiya jinê di nava têkoşînê de ye”

Gulan Fehîm anî ziman ku Tevgera Apoyî ku li ser hîmê felsefeya Rêber Apo, zêdetirî çil salane di nava têkoşînek bi rûmet de ye û got:

“Rêber Apo bi salane ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan di nava hewldan û têkoşînê de ye.

Têkoşerên mîna Şirîn El emhulî li girtîgehan li ber xwe dan û bi hezaran li ber xwe didin.

Hevseroka KODAR’ê balkişand ser rêxistinkirina gel ji bo şoreşê û bi van gotinan bi dawî kir:

Tevger bi pêşengiya jinê bi dirûma “jin, jiyan, azadî” di nava hewldanê ye ku cewher û felsefeya vê dirûşmeyê bike kiryar.

Ev dirûşme coş û xiroşa şoreşgerî ye.

Back to top button