Hêzên hikûmetê û çeteyan li Laziqiyê û Idlibê cihên hev topbaran kirin

Hêzên hikûemta Şamê û çeteyên dewleta bi dijwarî li herêma Idlibê ku jêre dibêjin ‘Bê Çek’ nuqteyên hev dan ber topan.
Li Derayê jî di êrişeke çekdarî de serokê şaredariya gundewarê rojhilat ê parêzgehê hat kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku şevê din û îro di seatên şefeqê de, hêzên hikûmetê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk nuqteyên hev topbaran kirin.

Her wiha hêzên hikûmeta Şamê bi topban êrişî gundên El Fetîra, Filêfil û Sifûhan ên li başûrê Idlibê kirin.

Li Derayê di êrişeke çekdarî de serokê şaredariyeke Deraa hat kuştin

Li Derayê rewşa bêewlehiyê tevlihevî didome..

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku Serokê şaredariya Elma ya gundewarên rojhilatê Derayê di êrişeke çekdarî de hatiye kuştin.

Back to top button