HPG: 11 Dagirker hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn

HPG’ê ragihand ku di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin. HPG her wiha eşkere kir ku artêşa Tirk a dagirker 5 caran bi bombeyên qedexekirî û 6 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebaran kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya çalakiyên li dijî dagirkeran parve kir.

Li gorî vê;

12’ê Mijdarê,

Li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê bi çekên giran gerîla çalakî kirin û li vir dagirkerek hat kuştin.

Her wiha tîmên bi tevger ên gerîla jî bi çalakiyeke suiqastê dagirkerek kuştin.

Li Qada Berxwedanê ya Sîdayê 2 çalakiyên sebatacê li dijî dagirkeran hatin lidarxistin û li vir 2 dagirker hatin kuştin û 2 kûçikên wan jî hatin bêbandorkirin.

li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî jî tîmên bi tevger bi sûîqestê li dagirkeran xistin û di encama çalakiyê de leşkerek hat kuştin.

Danê êvarê jî li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, helîkopterên Skorsky ên xwestin dagirkeran li qadê daynin, bûn hedefa tîmên gerîla yên bi tevger.

Helîkopter ji ber lêdana gerîla neçar man ji qadê vekşin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

11’ê Mijdarê,

li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê, tîmên bi tevger ên gerîla kemîn danîn pêşiya dagirkeran.

Li vir hêzên gerîla bi çekên ferdî û bombeyan li dagirkeran xistin, 6 dagirker hatin kuştin û 3 jî birîndar kirin.

HPG: Arteşa Tirk 11 caran bi çekên kîmyewî û qedexekirî êriş kirin

Derbarê êrişên dewleta Tirk de jî HPG’ê ev agahî parve kirin: “Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 5 caran bi bombeyên qedexekirî,

6 caran bi çekên kîmyewî,

42 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran bombe kirin.”

Back to top button