Hêzên hikûmetê û çeteyên Tirk li herêmên dagirkirî cihên hev topbaran kirin

Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li Idlib, Heleb û Hemayê nuqetên hev topbaran kirin. Li Deraa jî di 12 rojên derbasbûyî de 32 kes bi êrişên cuda hatin kuştin.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku, hêzên hikûemta şamê careke din nuqetên çeteyên girêdayî dewleta Tirk yên li Idlibê topbaran kirine..

Li aliyê din, çeteyên dewleta Tirk ên navê Fetih El Mûbîn li xwe dikin jî bi hawnan nuqetên hêzên hikûmetê yên li gundewarê rojavayê Helebê dan ber topan.

Her wiha li bakurê rojavayê Hemayê jî di navbera herdû aliyan bi çekên navîn û giran şer derket.

Li Dera di 12 rojên borî de 32 kes hatine kuştin

LI Derayê jî alozî û rewşa bêewlehiyê didome.

Li gorî çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, di 12 rojên borî de di encama tevliheviya li herêmê de 32 ji hêzên hikumetê, komên çekdar û sivîl hatine kuştin.

Back to top button