ROBERT FORD: EWLEHIYA LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ HEYE, IDLIB WÊ DI XEWNAN DE JÎ NABÎNE

Di dema ku dewleta Tirk gefan li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî dixwe de.
Balyozekî Amerîkî behsa ewlehiya vê herêmê dike.

Di nivîsareke ku di Rojnameya “Şerq el-Ewset” de hatiye weşandin de.

Balyozê berê yê Amerîkayê li Sûriyê Robert Ford, der barê ewlehiya herêmên bakur û rojhilatê Sûrî li bermaberî rewşa Idlibê wiha dibêje:

Bila em xwe nexapînin.. Ameîrka tevlî şerê Idlibê nabe.

Ji ber ewlehiya ku li bakur û rojhilatê Sûrî heye.. Idlib vê yekê di xewnan de jî nabîne.

Gava Amerîka di 2015’an de qedexeya firîna balafiran li asmanê vê herêmê ragihand.

Hingê artêşa Ameîrkî ji me re got, ev operasyon pir serkeftî ye.

Ji ber bajarên vê herêmê ji êrîşên asmanî natirsin û ewlehiya ku li wir peyda dibe, şêniyên Idlibê di xewnan de jî nabînin.

Balyozê berê yê Amerîkayê li Sûriyê Robert Ford, diyar kir ku armanca qedexekirina firînê li vê herêmê, alîkariya Hêzên Sûriya Demokratrîk QSD’ê bixwe bû, ji ber wan bi tenê bi me re şerê DAIŞê kiriye.

Leave a Reply

Back to top button