Lîderên Îtalya û Fransa bi mijara koçberan civiyan

Aloziya koçberan Fransa û Îtalya anîne pêşberî hev.
Koçberên ku Îtalya ew li nava deryayê asê hiştî, li bendera Fransayê ne.
Piştî vê yekê hikumeta Parîs û Roma hatin pêşberî hev.
Lîderên herdû welatan ji bo çareserkirina mijarê axivîn.

Li Derya Spî krîza koçberan, Îtalya û Fransa anîn pêşberî hev.

Hikumeta rastgir ya Îtalya ku Giorgia Meloni serkêşiya wê dike, di mijara koçberan de tawîzan nade.

Vê yekê hişt ku Fransa ji rewşa heyî bihêrs bibe.

Serokomarê Îtalyayê Sergio Mattarella û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi telefonê axivîn.

Koşka Quirinale ya Roma li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Mattarella û Macron li ser mijarê di saetên siharê de peywendiyek pêk anîne.

Lîderan destîşan kirine ku têkliya herdu welatan hem di asta dualî û me jî ya YE xwedî girîngiyek mezin e.

Hat diyarkirin ku heman daxuyaniya hevpar ji Qesra Elysee ya Parîsê hatiye dayîn.

Têliyên Fransa-Îtalya bi mijara koçberan re aloz bû

Hefteya derbasbûyî li Derya Spî rêxistinên sivîl koçberên li nava deryayê rizgar kiribûn, gihandibûn benderên Îtalya.

Lê hikumeta Îtalya ji derveyî nexweşan rê neda ku koçber ji keştiyê dakevin.

Ev yek bû sedema ku keştiyên koçberan berê xwe bidin benderên Fransa.

Ev bûyer bû sedema alozî navbera herdu welatan derbikeve.

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerald Darmanin di 10’ê Mijdarê de daxuyaniyek da û got,

Israra Îtalyayê ya ji bo qebûlnekirina keştiyên rêxistinên sivîl “hilbijartineke nayê fêmkirin” e.

Darmanin Îtalya bi welateke mîna dewleteke Ewropa bi berpirsyarî nêz nabe tewambar kir.

Piştvî vê Fransa ragihand ku ew ê 3 hezar û 500 koçberên ku di çarçoveya ji nûve cihkirina wan de jî Îtalya girtiban rawestandin e.

Serokwezîrê Îtalya Giorgia Meloni ev helwesta Fransayê weke “nefêm, neheq û êrîşkar” bi nav kir.

Back to top button