Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 59 roj in didomin

Serhildanên bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî‘ li Rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam e.
Tevî zext û tundiya hêzên dewleta Îranê, welatiyan di roja 59’an de jî çalakiyên xwe domandin.
Li aliyê din ji bo 15’ê Mijdarê salvegera 3’yemîn ya xwepêşandanên bi xwîn ya sala 2019’an bangawaziya çalakiyan hate kirin.

Serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya bi pêşengiya jin û xwendekaran di roja 59’an de didome.

Tevî hemû eriş û zextên dewleta Îranê jî welatiyan careke din bi çalakiyên cuda daxwazên xwe yê azadiyê anîn ziman.

Li bajarên Sine, Mihabad, Serdeşt, Seqîz, Urmiye, Bokan û çend herêmên din yên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan û çalakî berdewam bûn.

Weke gelek şevên borî duh bi şev jî jin û ciwanan bi pêxistina agir û girtina rêyan çalakiyên xwe yên li dijî desthilatdariyê domandin û dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qêriyan.

Li gundê Bêwranî ya Serdeştê jî çalakî û xwepêşandanên li dijî qetilkirina ciwanê bi navê ‘Hêmin Hemze’ di roja sêyem de berdewambû.

Di asta Îranê de jî xwepêşandan û çalakî li bajarên Tehran, Şîraz û hinek herêmên din didomin.

Her wiha xwandekarên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê Îro jî çalakiyên pirotestokirina dewleta Îranê lidarxistin.

Li aliyê din, bangawazî hat kirin ku di 15’ê Mijdarê de ji bo salvegera 3’yemîn a xwepêşandanên bi xwîn ya sala 2019’an dakevin qadan.

Hêjayî bibîrxistinê ye di sala 2019’an de piştî bilindbûna nirxê sotemeniyê û xirabûna rewşa jiyanê, zêdetirî 100 bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li gorî bilançoyan, zêdetirî hezara kes di van xwepêşandanan de ji aliyê dewleta Îranê ve hate qetilkirin.

Back to top button