Sozdar Avesta: Divê li Şengalê yek jin bê rêxistin nemîne

Kongreya 2. ya TAJÊ bi biryar û soza mezinkirina têkoşîn û avakirina civakekî azad, demokratîk û azadîxwez a jinê bi dawî bû. Di Kongrê de Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta peyamek şand û got, Divê li Şengalê yek jin bi tenê jî bê rêxistin nemîne.

Kongreya 2. ya TAJÊ bi dirûşmeya, “Emê Xwe Ji Fermanê Biparêzin Azadiya Jin û Civakê Misoger Bikin” hat lidarxistin.

Ji kongirê re gelek peyamên ji derve û hundirê Şengalê de hatin Şandin.

Yek ji van peyama ku muhra xwe li Kongreya TAJÊ da Peyama Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta bû.

Sozdar Avesta di destpêka peyama xwe diyar kir ku yên heta niha nehiştine Şengal bikeve destên dijminan jin û ciwan in.

Sozdar Avesta di peyama xwe de balkişand li ser berxwedana jinên Êzidî û wiha anî ziman:

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Aveste di dawiyê de got: Li hemberî kesên ku dixwazin jinan bixapînin û şerê taybet li ser wan didin meşandin pêwîst e hûn bibin xwedî helwest û keçên ciwan birêxistin bikin.

Back to top button