Hêzên hikumeta Şamê deverên komên çete yên li Idlibê topbaran kirin. Artêşa Israîlê jî bi moşekan êrişî herêma balafirgeha El Şeyîrat ya li Himûsê kir, di encamê de 3 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin.
Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li derdora Kebana li bakur Lazqiyê êrişî nûqteyên hev kirin.
Her wiha Hêzên hikûmetê bi topban gundên Sifûhin û El Bara yên li başûrê Idlibê û San û Mierbilît yên li gundewarê rojhilatê Idlibê topbaran kir.
Di encama topbarana hêzên hikûmetê ya li başûrê Idlibê, kesek hat kuştin.
Hêzên hikûmetê bi top û hawanan bajarê Darat Ezza ê li rojavayê Helebê û gundê El Enkawî yê li rojavê Hemayê topbaran kirin.
Li deraa erebeyeke bombebarkirî Teqiya
Li Deraa jî tevlihevî dewam dike û îro piştî nîvro li taxa Hemadîn ya li bajar erebeyek teqiya.
Israîlê deverên hêzên rêjîmê li Humsê bombebaran kir
Duh bi şev jî Israîlê bi moşekan êrişî cihê hêzên hikûmetê û komên girêdayî Îranê li balafirgeha El Şeyîrat a li Himûsê kir.
Li gorî çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê, yek jê payebilind, 3 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin.