Li paytexta Fransa Parîsê konferansa têkiliyên Kurd û Ereban bi beşdariya nûnerên ji herdu aliyan hate lidarxistin. Aliyan îşaret bi pirsgirêk û nakokiyên civakî yên li Rojhilata Navîn kirin û gotin: Projeya Neteweya Demokratîk a ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin, çareseriya herî rast e
Li Ewropayê xebatên Diyaloga Kurd-Ereb ên saziyên Kurd û Ereb dewam dikin.
Li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê Navenda Lêgerînên Sûriyê û Enstîtuya Lêkolîn û Ramanê ya Kurdistanê ve konferansek li ser têkiliyên Kurd û Ereban ji Dîrokê heta niha hate lidarxistin.
Gelek rewşenbîr, akademîsyen, rojnamevan, siyasetmedar û aktîvîst beşdarî konferansê bûn.
Di konferansê de akademîsyenê Sûrî Fuad El Qetrîb pêşkêşiya destpêkê kir.
Fuad El Qetrîb bal kişand ser pirsgirêk û nakokiyên civakî yên li Rojhilata Navîn û got; “Projeya Neteweya Demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve weke modeleke civakî ya alternatîf a li dijî vê zîhniyeta ku li herêmê serdest e, çareseriya herî rast e. ”
Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê Fransa Xalid Îsa jî, li ser dîroka têkiliyên Kurd û Ereban pêşkêşiyek kir.
“Projeya li rojava riya çareseriya pirsgirêkan e”
Rojnamevan û Nivîskara Fransî Ketel Roxane Kafel jî ku çûbû Rojava û demekê li wir çavdêrî kiribû, çavdêriyên xwe yên li ser Rojava vegotin.
Kafel modela jin a azadîxwaz û demokratîk a li Rojava hatiye avakirin weke mûcîzeyekê bi nav kir.
Konferans bi nirxandinên beşdaran û pirs û bersivan bi dawî bû.