Pêşangeheke şêwekariyê li Qamişlo hat vekirin

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê pêşangeheke şêwekariyê li Parka Xwendinê ya Qamişlo vekir. 

Gelek jin, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û partiyan tev li pêşangehê bûn.

Pêşengeh di bin dirûşma “Li dijî hemû cureyên tundiya dewletên û zihniyeta baviksalarî Jin jiyan azadî” hat vekirin..

Vekirina pêşengehê jî di nava rêzeçalakiyên 25`ê Mijdarê de ye..

Li parkê, wêneyên şehîd Hevrîn Xelef, Zeyneb Saroxan, Jîna Emînî hatin daliqandin.

50 berhemên şêwekaran; Tolîn Ecmo, Solîn Osê û Jînda Qeco li ser hêz û vîna jinan û tundiya li ser wê tê kirin hatin pêşandan.

Di dawiya çalakiyê de her sê hunermend ji aliyê Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ve, hatin xelatkirin.

Back to top button