Turnoveya futbolê ya Girkê Legê bi dawî bû..
Tîma Cîhad Dêrik piştî ku li hember tîma Ayid Çilaxa bi ser ket, bû şempyonê turnoveya futbolê.
Beriya 2 mehan bi beşdariya rêveberên Yekitiya Werzîşê, şêniyên navçeyên Girkê Legê, Dêrik û Çilaxa, turnoveya futbolê destpêkiribû
Turnove li stada Vedeng a Girkê Legê li dar ket.
52 tîmên futbolê ji bajar û navçeyên kantona Qamişlo tev lê bûn ..
Tîma Cîhad Dêrik bi ser ket û bû şampyon
Duh maça dawî di navbera tîma Cîhad Dêrik û Ayid Çilaxa de li dar ket.
Û tîma Cîhad Dêrik bi serket û bû şempyonê turnoveyê.
LI REQAYÊ TURNOVEYA BASKÊBOLÊ YA DIBISTANÊN KEÇ DEST PÊ KIR
https://bit.ly/3EwGR35
Li Reqa jî Komîteya Perwerde û Fêrikirinê û Yekitiya Werzîşê turnoveya baskêtbolê ya keçan da destpêkirin û hefteyekê wê dewam bike.
Turnove li navenda werzîşê ya şehîd Edhem a Hêzên Asayîşê a Reqayê, bi beşdariya 10 dibistanên bajêr tê lidarxistin.
150 şagirtên refa 7 tev li turnoveyê bûne.