ÇETEYÊN DAGIRKERIYA TIRK 10 WELATIYÊN GUNDÊ ELÎ KERA YÊ BILBILÊ REVANDIN

Dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên xwe li Efrînê didomîne, revandina sivîlan jî di asta yekemîn de ye. Di vê derbarê ajansa Hawarê got ku çeteyan 10 kes ji gundê Elî Kera yê Bilbilê revandin. 

Ji wan kesên hatin revandin, navê 6 kesan ketin dest:

– Mesûd Abdulrehman Hisên
– Xelîl Abdulrehman Hisên
– Mihemed Xelîl Hisên
– Mihemed Adnan Mihemed
– Mihemed Reşîd Hisên
– Cemîl Seyid Mihemed.

Her wiha ANHA’yê diyar kir ku çeteyan li gundê Ebûdanê yê Bilbilê 3 welatî revandin.

Ji wan hersê welatiyan navê 2’yan wiha ne:

– Ebdo Elî Îbrahîm
– Xelîl Yaqûb Mamo.

Di çarçoveya revandinê de, dewleta Tirk a dagirker ajanên xwe jî direvîne.

Herî dawî 2 kesên bi navê Xelîl Osman û Ehmed Nebî yên ji gundê Birîmce yê Mabetayê revandin.

Li gorî agahiyan, van herdu kesan ajantî û sîxurtî ji hêza dagirker dikirin.

Di mijareke din de, çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku çeteyên bi navê Sultan Murad duh kargehên bêrînê (ango bermahiyên guvaştina zeytûnê) yên li dervey bajêr li ser riya Recoyê dizîn.

JI BO SERBESTBERDANA WELATIYEKÎ, ÇETEYAN 150 HEZAR DOLAR XWEST

27 Tirmehê jî, çeteyên bi navê Sultan Murad welatiyê bi navê Azad Mihemed revandibû.

Azad Mihemed Şêxo ji gundê Mersewa yê Şera ye.

Ji bo serbestberdana wî jî çeteyan 150 hezar dolar ji malbata wî xwest.

 

Leave a Reply

Back to top button