FOZA YÛSIV: TIRKIYE DIXWAZE DOZA KURDAN BI TUNDIYÊ ÇARESER BIKE

Endama Koordînasyona Kongra Star Foza Yûsif diyar kir ku eger Tirkiye êrîşî herêmê bike wê rewşa girtiyên DAIŞ’ê zehmet be. Lewma ji bo li pêşiya vê xeteriyê were girtin divê pêvajoya lêpirsînê û dadgehkirina wan bi awayekî rast were çêkirin. Foza Yûsiv bi bîr xist ku ev ne tenê berpisyartiya Rêveberiya Xweser e, ya tevahiya cîhanê ye.

Endama Koordînasyona Kongra Star Foza Yûsif rewşa dawî ya herêmê nirxand.

Foza Yûsiv destpêkê balkişand ser aloziya li giştî Rojhilata Navîn jî û ev tişta anî ziman:

” Hêzên derve tenê berjewendiyên xwe diparêzin . Eger rewşa herêmê bi sîstema heyî neyê guhertin wê civak ber bi tehlûkeyê ve biçe. Divê her kes bizane ku sîstema Netew Dewlet nikare bibe çareseriya pirsgirêkên civakên Rojhilata Navîn.”

FOZA YÛSIV: TIRKIYE DIXWAZE DOZA KURDAN BI TUNDIYÊ ÇARESER BIKE

Endama Koordînasyon Kongra Star hevkariy Tirkiyê bi çeteyan re jî bi bîr xist û got:

” Tirkiyê bi vê hevkariyê qîmet ji xwe re nehişt. Ev rêxistinên dijminên civakan e. Rayedarên hikûmeta Tirkiyê ev rê hilbijartin. Tirkiyê dixwaze doza Kurdan bi tundiyê çareser bike. Tim hêviyên xwe li ser kuştin, komkujî û leşkerbûnê ava dike. Cihê ku azadiya gelan lê nebe wê her alozî hebe.”

FOZA YÛSIV: ÇETEYÊN DAIŞ’Ê NE TENÊ BERPIRSYARIYA RÊVEBERIYÊ, LÊ YA TEVAHÎ CÎHANÊ YE

Foza Yûsiv îşaret bi girtiyên DAIŞ’ê jî kir û ev tişt anî ziman:

“Eger Tirkiyê êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bike, wê rewşa girtiyên DAIŞ’ê zehmet be. Bê gûman ev xeteriyeke pir mezin e. Kes nikare garantî bide ku ev girtî neyên hedef kirin. Di texmîna me de em nikarin garantî bidin ku ev girtî wê nerevin û li tevahî cîhanê belav bibin. Ji bo em vê xeteriyê derbas bikin û ewlehiyeke baş çêbikin, pêvajoya lêpirsînê û dadgehkirina wan bi awayekî rast divê werê çêkirin. Ev ne tenê berpisyartiya Rêveberiya Xweseriya Bakur û Rojhilatê Sûrî ye, ev pirsgirêka tevahî cîhanê ye.”

FOZA YÛSIV: DIVÊ ŞOREŞA BI KEDA HEZARAN CANGORIYÊN AZADIYÊ WERE PARASTIN

Endama Koordînasyona Kongra Star Foza Yûsif bi vê nirxandinê axaftina xwe bi dawî kir:

“Civaka me caran zûtir dixapin. Dema tiştekî biçûk dikevê destê me, an jî gavek tê avêtin em zûtir tiştan ji bîr dikin. Ev şoreş, şoreşa hemû gelên herêmê ye. Ev erk ne dikeve li ser milê rêxistinekê yan jî partiyekê. Em xwediyê vî welatî ne pêwîste her kes ji aliyê xwe de bi erkê xwe rabe û şoreşa bi keda bi hezaran canfedayên azadiyê hatiye qezenckirin biparêzin.”

Leave a Reply

Back to top button