JI DUH VE, JI BER BOMBEBARAN Û TOPBARABA DIJWAR, 15 SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DA

Şerê li bakur-rojavayî Sûriyê bi hemû dijwariya xwe didome. Balafirên şer ên Rûsyayê ji danê şevê heya berbanga îroj herêmên bakurê Hemayê bombebaran kirin. Bombebarandin bi taybetî li ser herêmên Morig, Latamna û Kefer Zêta bû.

Di heman demê de, hilîkopterên rêjîma Sûrî jî gelek bermîlên teqemeniyê bi ser Morig de berdan.

Li bakurê Lazqiyê jî, navbera komên çete û hêzên rêjîmê de topbaran û pevçûn bi çekên giran rû da.

Komên çete bi moşek û topan herêmên Miherdê, El-Cibîn, Tel El-Milih û Şelyot armanc girt.

Hêzên rêjîma Sûrî jî deverên Zekat, Hisraya û El-Erbe’în bombebaran kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh roja Duşemê 450 êrîşên ezmanî û bejahî pêk hatin.

Di encamê de 15 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Leave a Reply

Back to top button