KONGREYA STAR: ÊRÎŞA LI DIJÎ BESÊ HOZAT, LI DIJÎ HEMÛ JINÊN AZADÎXWAZ E

Koordînasyona Kongra Star têkildarî êrîşên televîzyona K24 ên li dijî hevseroka Konseya Rêveber a KCK`ê Besê Hozat, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Kongra Star êrîşa li dijî hevseroka KCK’ê Besê Hozat weke êrîşa li dijî hemû jinên azadîxwaz û şoreşger bi nav kir û got:

Ev êrîş û bêexlaqiya li dijî jina birûmet, bi tirsa dilê dijmin û zihniyeta binketî ve girêdayî ye.

Êrîşa li ser hevseroka KCK’ê û dagirkeriya li ser herêma Başûrê Kurdistanê li hemberî jiyana azad û sîstema neteweya demokratîk e.

Lê belê, divê pir baş bê zanîn ku pêkhatina êrîş, heqaret û qetilkirina li ser her jinekê wê bi dehan caran bibe sedema şoreşa avakirina jiyana azad û demokratîk.

Her weha li hemberî zîhniyeta desthilatdar, dagirker û êrîşkar birêxistinkirina jinan.

Li ser van esasan em wek Kongra Star careke din vê êrîşa li dijî hevseroka sîstema konfederalîzma demokratîk şermezar dikin û xezeba hemû jinan li ser wan de dibarînin.

Leave a Reply

Back to top button