Ji Amerîka cezayên dronên Îranê dike armanc

Balafirên bêmirov yên Îranê di armanca cezayên Amerîkayê de ne.
Hikûmeta Amerîkî cezayên nû li ser balafirên bêpîlot ên Îranê ragihand ku tê îdiakirin Rûsya can balafiran di şerê li dijî Ukrayna de bikar tîne.

Hikûmeta Amerîkî ragihand ku cezayên nû li ser dronên Îranê hatine sepandin.

Waşîngtonê bal kişand ku Rûsya balafirên bêmirov (IHB) yên ji Îranê dikire li dijî Ukrayna bikar tîne.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand ku ceza li ser şirket û kesên ku ew sûcdar kiribûn hatin sepandin.

Hat diyarkirin ku di çarçoveya cezayan wê ji kes û saziyan re cemidandina mal û milkan bê kirin.

Wezîra Xezîneyê ya Amerîka Janet Yellen got:

“Amerîka bi biryar e cezayan li ser kes û şirketên piştgirîya dagîrkirina neheq a Rûsyayê li ser Ukraynayê dikin, li ku derê bin, bisepîne.”

Di nav kompaniyên ku hatine cezakirin de Navenda Lêkolînên Pîşesaziya Hewayî ya Şahed jî hene.

Ev kampyaniya girêdayî hêzên esmanî yên Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê ye.

Back to top button