PENTAGON: DAIŞ BIDAWÎ NEBÛYE Û EM Ê LI GEL HEVKARÊN XWE TÊKOŞÎNÊ DEWAM BIKIN

Pentagon ragihand ku tevî têkçûna çeteyên DAIŞ’ê ji hêla leşkerî ve, hîn metirsya jinûvegera wê heye û wê têkoşîna li dijî wê berdewam be.

Serokê Erkana Emerîk Pentagon Joseph Dunford ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê leşkerî ve têk çûn, lê hîna xeteriya wan li ser herêmê û Cîhanê heye û dibe ku ji nû ve veger.

Dunford diyar kir ku wê hevkarî navbera hêzên Emerîkî û hevkarên herêmî weke Koalsyona Navdewletî de berdewam be, heta bidawîkirina metirsya jinûvegera çeteyên DAIŞ’ê.

Dunford destnîşan kir ku stratejîka li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê bi ser ket, lewre wê têkoşîna li dijî îdiyolojîya DAIŞ’ê jî berdewam be.

Serokê Erkana Emerîk Pentagon Joseph Dunford tekez kir ku ji bo rêgirtina li ber jinûvegera çeteyên DAŞ’ê wê hevkariya navbera Hêzên Syasî û Leşkerî yên Emerîkî ji aliyekî ve û Hêzên Sûriye Demokratîk QSD’ê dewam bike, nemaze di milê têkoşîna li dijî şaneyên razayî de.

Leave a Reply

Back to top button