HPG: Li Zapê 3 leşkerên din ên artêşa Tirk hatin kuştin

HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîllayên wan li Zapê 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama şerê li herêma Zapê daxuyaniyek da.

Li gorî vê;

15’ê Mijdarê li Qada Çemço hêzên dagirker xwestin nêzî çeperên şer ên devera Şehîd Fedakar bibin.

Di encama bersivdayîna gerîlla de hêzên dagirker neçar man paşde biçin.

Heman rojê li qada Sîda di çalakiya sekvaniyê de leşkere hat kuştin.

Li Qada Şehîd Adil jî hêzên artêşa Tirk bûn armanca lêdana tîmên gerok ên gerîlla.

Li vir jî 2 leşker hatin kuştin.

Têkildarî êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî HPG’ê ev agahî dan:

Roja 15’ê Mijdarê artêşa Tirk

7 caran bi bombeyên qedexekirî,

8 caran bi balafirên şer û 26 caran bi bi helîkopteran êrişî qadên gerîlla kir.

Back to top button