Şamê hişyarî da dewleta Tirk: Teqîna Stenbolê nekin hinceta êrişê

Wezîrê Karê Derve yê hikumeta Şamê Fêsel Miqdad li ser gotinên rayedarên Tirk derbarê teqîna Stenbolê de ku ji Sûriyê hatiye û ew ê êriş bikin, hişyarî da Tirkiyê û got:
Bûyera li Stenbolê nekin bihane da ku hûn tevgera xwe li nava Sûriyê zêde bikin.
Em dizanin ku we terorîst şandine Sûriyê.

Feysel El-Miqded ji Rojnameya Weten a girêdayê desthilata Şamê de derbarê tevgereke nû ya dagirkeriya Tirk hişyarî da Rejîma Erdogan.

Miqdad behsa teqîna li Stenbolê kir û diyar kir ku eger Tirkiya dixwaze teqînê bike bihane da ku tevgereke leşkerî ya nû li Sûriyê pêk bîne, ev dê rewşa heyî aloztir bike û got:

Feysel Miqded: Tirkiyê bi sedhezaran terorîst şandine Sûriyê

Haya me jê heye ku Tirkiyê bi sedhezaran terorîst şandine.

Li ser vê bingehî em ji Tirkiyê re dibêjin ku haya me ji komployên we heye. Me name fêm kir û Sûriya dê di ber her bosteke axa xwe de şer bike.

Back to top button