Ciwanên Reqa û Dêrazorê li dijî tecrîdê meşiyan

Nerazîbûnên li dijî tecrîda li ser Rêber APO û bikaranîna çekên kimyewî didomin. Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan ên Reqa û Dêrazorê ji bo şermezarkirina tecrîdê meş li dar xistin. Bi heman armancê Kongira Star jî li navçeya Girkê Legê panelek li dar xist.

Çalakiyên bi armanca azadiya Rêber ocalan û şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla her lidarin.

Îro bi dehan şêniyên gundewarên rojavayê Dêrezorê, ciwanên malbatên şehîdan û nûnerên meclisên sivîl li dijî tecrîdê meşiyan.

Meşa şermezarkirinê, ji çerxerêya El-Dallah a bajarê El-Kesra dest pê kir.

Ciwanan di meşê de bang li rêxistinê navnetewî kirin ku li hember van sûcên dewleta Tirk helwestên xwe nîşan bidin.

Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê jî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan meşek li dar xistin.

Ciwanan bikaranîan çekên kîmiyawî yên li dijî gerîla şermezar kirin û bang azdiya rêber Ocalan kirin.

Kongra Star a Girkê Legê li dijî tecrîdê çalakiyek organîze kir

Li navçeya Girkê Legê jî têkildarî tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û bikaranîna çekên kîmyewî Kongra Star panelek li dar xist.

Di panelê de beşdaran li beşeke Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a rêber Abdullah Ocalan guhdarî kir.

Beşdaran diyar kir ku lidarxistina meş, civîn, çalakiyên protestoyê têrê nakin ku rêber Ocalan bi fîzîkî rizgar bibe û gotin:

Divê em xebatê xwe bi dilsozî, hevgirtin û yekitiya xwe xurt bikin, têkoşîn û berxwedanê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bilind bikin.

Panel bi dirûşman bi dawî bû.

Back to top button