Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik avabûna PKK’ê dinirxîne

Beşa duyemîn a hevpeyvîna Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ku bi wesila damezirandina PKK’ê ji ajansa ANF’ê re axivîbû hate weşandin. Cemîl Bayik diyar kir, bi îlankirina PKK’ê re hatiye dîtin ku Kurdistan û gelê Kurd ya ku dihat gotin tuneye, heye û bi partîbûnê re di azadiya xwe de israr dike.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, bi wesîleya salvegera damezrandina PKK’ê ji ANF’ê re axivîbû.

Di beşa duyem a hevpeyvînê de, Cemîl Bayik ji mijarên dinirxîne, nêzîkatiya Rêber Apo ji bo avakirina têkoşîna jinan di nava PKK’ê de ye.

Cemîl Bayik: Bi têkoşîna PKK’ê re jinên Kurd jî bûn mînak

Bayik got: “Rêber Apo jin wekî neteweyekê, hem jî wekî neteweyek ku ji aliyê desthilata heyî ve hatî xistin digirte dest.

Lewra dît ku eger ti bixwazî aştî, azadî, demokrasiyê pêk bînî, divê jin azad bibe.

Ji ber vê Rêber Apo digot azadiya jin azadiya mêr pêş dixe, azadiya jin azadiya civakê jî pêş dixe.

Teoriiya azadiya jin li ser wî esasî pêş xit. ”

Bayik diyar kir ku çawa gelê Kurd li cîhanê bû mînak, jina Kurd jî bû mînak û wiha dewam kir:

“Têkoşîna jin bandoreke mezin li ser jinên cîhanê çêkir.

Îro dirûşmeya “Jin, Jiyan Azadî” li cîhanê belav dibe û yekitiya wan çêdike. ”

Cemîl Bayik qale vegera koma pêşîn a PKK’ê li kurdistanê jî dike û dibêje:

Cemîl Bayik: Bi damezrandina PKK’ê re dîtin ku Kurd û Kurdistan heye

“Her çiqas tevger di navenda Enqerê de pêşketibe jî, ji bo mezin bibe, pêwîstî pê hebû ku li Kurdistanê pêş bikeve.

Ji ber bi navê Kurd û Kurdistanê tekoşîna azadî û demokrasiyê rê ve dibe.

Rêber Apo dibêje: “Her tişt li ser koka xwe şîn dibe, mezin dibe, pêş dikeve.” koka me jî ne Enqere, Kurdistan bû.

Ji bo wê jî lazim bû ku ew keda me li Enqerê pêş xist; me li Kurdistanê jî cî bi cî kiriba. ”

Cemîl Bayik zor û zehmetiyên pêşxistina têkoşînê li Kurdistanê jî bibîr xist û got:

“Dema ku gav bi gav dewleta tirk pêngava darbeya leşkerî pêş dixist, Rêber Apo jî gav bi gav pêngava wê çawa tevgerê bigihîne kongreyê, pêş dixist.

Êdî Rêber Apo jî bi hemû hêza xwe ve çû partîbûnê.

Ew tekoşîna ku ji bo partîbûyînê rê ve dibir, gihand kongreya yekemîn.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik anî ziman ku bi îlankirina PKK’ê re, gotina ku kurd tunene berovajî bû û hat eşkerekirin ew bi partîbûnê re di azadiya xwe de israr dike.

Back to top button