RJAK’ê bernameya çalakiyên 25’ê Mijdarê eşkere kir

Li Başûr û Bakurê Kurdistanê bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê çalakî tên lidar xistin.
Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên 25’ê Mijdarê eşkere kir.Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê û jinên Silopiya jî di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê çalakiyên cuda lidar xistin û banga tevlîbûna jinan li çalakiyan kirin.

Bi boneya 25 Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê li seranserê cîhanê çalakiyên cûr be cûr tên lidarxistin.

Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê RJAK’ê bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên 25’ê Mijdarê eşkere kir û got: Roj bi roj em şahidiya hemû kirinên tundiya li dijî jinê dibin.

Emê weke salên borî bi şêwazên cûda çalakiyên 25’ê mijdarê lidarbixin.

Em bang li hemû jinan dikin ku tevlî çalakiyan bibin.

Bernameya çalakiyên RJAK’ê wiha ye:

Pêşengeha wêneyan bi alîkariya Komeleya Jinên Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê (KJAR).

Li ser tundya li dijî jinan rêze semîner wê bên lidar xistin.

Di 25’ê Mijdarê de bi tevlîbûna jinan û kesayetên azadîxwaz wê meş bên lidar xistin.

Yekîtiya Jinên Ciwan li Şengalê ji bo 25’ê Mijdarê belavok belav kirin

Jinên Êzidî yên bi fermana 74’an rastî tundiya hatin, bi rêxistinbûna xwe dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê kirin.

Yekitiya Jinên Ciwan li navçeya Sînûnê ya Şengalê ji bo rojê belavok belav kirin .

Jinan derdora çerxeriya Mam Zekî bi wêneyên têkildarî zext li dijî jinan, zewaca zarokan û şehîdên jin ên ji bo azadiya jinê xwe feda kirine dalqandin.

Li Silopiyê jî jinan tevî astengiyên polîsan meşek li darxistin

Li Silopiya şrnexê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad meşek hat li darxistin.

Tevî astengiya polîsan jî jinan ber bi avahiya HDP’ê ya navçeyê bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” meşiyan.

Piştî meşê daxuyaniyek hat dayîn û di daxuyaniyê de Parlamentera HDP’ê Nuran Îmîr axivî û got:

Li Tirkiyê bi taybetî jî li Şirnexê jin her roj ji aliyê mêran ve rastî tundiyê tên.

Nuran Îmîr da zanîn ku Hedefgirtina jinên bêşeng bi fermana desthilatdara AKP’ê û MHP’ê ye.

Back to top button