Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê ji bo 16 rojnamevanên ku beriya 5 mehan hatibûn girtin, daxuyaniyek da.
Daxuyanî li pêşiya Edliyeya Amedê hat dayîn û tê de hat gotin: Ji ber hevalên me bi kamerayên xwe heqîqet diparastin, ji ber bêhiqûqiya îqtîdarê teşhîr dikirin û bûn dengê kesên tên çewisandin, hatin girtin.
Di her kêliyê de berî her kesî, xebatkarên çapemeniya azad hatin binçavkirin, girtin, kuştin.
Rojnamevanan Gotin: Em ê bi girtinan gav paş de navêjin
Di dewama daxuyaniya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê de hat diyarkirin ku rojnamevan 5 mehin hatin girtin lê hîn lêpirsîna wan temam nebûye û hat gotin:
“Em bi sedema vê rewşê baş dizanin, ji ber ku dema îdianame bê amadekirin wê derkeve holê ku ‘sûcê’ hevalên me tenê çêkirina nûçeyan e.
Çapemeniya Azad, li dijî girtin û destgîrkirinan li ber xwe da û wê ev berxwedan bidome. “