MUSTAFA KARASÛ: FAŞÎZIM BI ÇI ZIMANÎ ÊRÎŞ BIKE, DIVÊ BI WÎ ZIMANÎ BERSIV WERE DAYÎN

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû, tevlî bernameya Ulkeden a televîzyona Medya Haberê bû û mijarên girîng ên di rojeva Kurdistan û herêmê de nirxand.

Mustafa Karasu destpêkê qala têkoşîna li dijî faşîzmê kir û got:

” Faşîzm ji kîjan zimanî fêhm dike divê bi wî zimanî bersiva wê were dayîn. Yên xwe bi rêxistin bikin wê bi ser bikevin. Lewma ez bang li şoreşgeran dikim li eniyekê bibin yek û bi her cure rêbazan têbikoşin.”

MUSTAFA KARASÛ: LI DIJÎ GELÊ KURD ŞEREKÎ TOPYEKÛN HEYE, GERÎLA JÎ WÊ LI BER XWE BIDE

Mustafa Karasû da zanîn ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd şerekî topyekûn dimeşîne û balkişand ser berxwedana gerîla.

” Gerîla li dijî van êrişan li ber xwe dide û wê li ber xwe bide. Berdêla wê her çend giran be jî wê faşîzm têk biçe. Lê divê gelê me jî xwe li gorî şerekî mezin rêxistin bike.”

KARASÛ: JI BO ROJAVA NEBE XWEDÎ STATU DAGIRKERIYA TIRKIYÊ ÊRÎŞ DIKE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî nirxandin.

Karasu diyar kir ku dewleta Tirk ji bo ku Rojava statuya xwe bi dest nexe van êrîşan dike.

” Divê gelê me yê li hemû aliyan xwedî li şoreşa Rojava derkeve, êş û berdêlên xwe yên giran ên sed salan veguherînin coşa jiyana demokratîk û azad.”

Mustafa Karasû bal kişand ser tevgera dagirkeriyê ya li Başûrê Kurdistanê û destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk ne tenê li dijî PKK’ê li dijî tevahiya xelkê Başurê Kurdistanê ne.

KARASÛ: DIVÊ BAŞ WERE ZANÎN KU PKK’Ê PARÊZVANÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE

Karasû derbarê kuştina endamê MİT’a Tirk li Hewlerê Osman Kose jî agahî dan.

” Ti eleqeya me bi kuştina Osman Kose re nîne . Lê em dizanin ku maseya PDK’ê ya li dijî PKK’ê bi MÎT’a Tirk re di nava têkiliyeke xurt de ye û civînên xwe li konsolosxaneya Tirk a li Hewlerê çêdikin. Divê vê yekê baş bizanibin PKK parêzvanê Başûrê Kurdistanê ye. Eger PKK tasfiye bibe wê ew jî tasfiye bibin.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû dawiyê destnîşan kir ku divê PDK televîzyonên li başurê Kurdistanê yên li dijî PKK’ê propagandaya reşkirinê pêk tînin şiyar bike.

Leave a Reply

Back to top button