Li Hesekê rêya di navbera pira El-Bêrûtî û Çerxerêya Sînaa tê ziftkirin.
Daîreya fenî ya Desteya Rêveberiyên Herêmî dest bi qîrkirina rêya di navbera Pira El-Bêrûtî û Çerxerêya Sînaa ya Hesekê kir.
Dirêjahiya rê kîlometreyek e û firehiya wê jî 28 metre ye.
Riya navbera pira El-Bêrûtî û çerxerêya Sînaa tê qîrkirin
Li gorî endezyaran, dê xebata qîrkirinê hefteyekê dirêj bike.
Hêjayî gotinê ye ku Desteya Jîngeh û Şaredariyan gelek rê ziftkirin, ji wan jî rêya ji Hesekê heta riya M4.