Wê 3 girtiyên behdînan ji dozeke din werin dadgehkirin

Serokê Tîma Parêzgerên Parastina Girtiyên Behdînan, Beşdar Hesen ragihand ku li sê girtiyên Behdînan dozek nû hatiye vekirin û wê careke din werin dadgehkirin.

Beşdar Hesen têkildarî mijarê ji Rojnews’ê re axivî û diyar kir ku îro Rojnameger Şêrwan Şêrwazî, Eyaz Kerem û Harîwan Îsa bi sûcek din hatine tawanbarkirin û doz li wan hatiye vekirin.

Beşdar Hesen destnîşan kir ku navenda polîsên Kesnezan û Dadgeha Lêkolînê ya Deşta Hewlêrê doz hatiye vekirin.

Serokê Tîma Parêzgerên Parastina Girtiyên Behdînan, Beşdar Hesen eşkere kir ku bi îdiaya,”Bi navê hinek girtiyên din îmze avêtine” bi sextekariyê hatine sûcdarkirin.

Back to top button