Hunermend Ahmed Kaya li ser gora xwe hat bibîranîn

Hunermendê Kurd Ahmed Kaya yê ku li xerîbiyê jiyana xwe ji dest da, li ser gora xwe ya li Parîsê hat bibîranîn.

Hunermendê Kurd Ahmed Kaya yê 16’ê Mijdara sala 2000’î li Parîsa paytexta Fransayê jiyana xwe ji dest da.

Hevjîna Ahmed Kaya, Gulten Kaya, Akademîsyen û hunermendên TEV-ÇAND’ê tevlî bibîranînê bûn.

Di bîranînê de hevjîna Ahmet Kaya, Gulten Kaya axivî û got: Daxwaza Ahmed ew bû ku gelê çar parçeyê Kurdistanê bibin yek.

TEV-ÇAND’ê daxuyaniyek da û got: “Ahmed Kaya 10’ê Sibata 1999’an de got, ‘Ez dixwazim straneke bi Kurdî bibêjim, klîbekê çêbikim.’

Berdêla wê jî tepsandin, girtîgeh û dawiya dawîn mirin bû.”

Sala bûrî kêlên gora Ahmed Kaya hatin şikandin, ji miriyên hunermendên Kurd jî ditirsin.

Bibîranîn, bi gotina stranan a hunermendên Tev-Çand’ê bi dawî bû.

Back to top button