Jiyan Reşît: PKK kesayeta jinên Kurd a azad şênber kir

Ji fermandarên YJA Starê Jiyan Reşît bi boneya salvegera damezrandina PKK’ê axivî û got:” PKK kesayeta jinên kurd a azad şênber kir, jinên kurd di kesayetiya YJA Starê de ji bo hemû jinan bûne çavkaniya hêzê”.

Bi boneya salvegera damezrandina PKK’ê ji fermandarên YJA Starê Jiyan Reşît axivî.

Jiyan Reşît salvegera damezrandina PKK’ê li Rêber Abdullah Ocalan, şehîdên têkoşîna azadiyê û şervanên li ser xeta fedaî ya PKK’ê şer dikin, pîroz kir.

Jiyan bi bîr xist ku di dîroka Kurdistanê de li hemberî dewletê gelek serhildan çêbûn û got:

Di destpêka damezrandina PKK’ê de Rêberê me li gel hukmên civakî jî jinên Kurd tevlî têkoşîna azadiyê kir.

Astengî û bendên mejiyê mêr ê talanker bi têkoşîna îdeolojîk a Rêberê me hatin hilweşandin.

Di destpêka PKK’ê de hevala Sara bi nasnameya jinê tevlî nava têkoşînê bû û kir ku hemû jin bi armancên xwe ji dil tevlî nava têkoşînê bibin.

PKK kesayetiya jinên Kurd a nû û azad, xwedî îrade şênber kir.

”Jinên Kurd di kesayetiya YJA Starê de ji bo hemû jinan bûne çavkaniya hêzê”

Fermandara YJA Starê diyar kir ku jinên Kurdistanî jiyana ku lê digeriyan di nava PKK’ê de dîtin û wiha anî ziman:

Jinên leheng ên Kurdistanî îro di kesayetiya YJA Starê de ji bo tevahiya jinên li cîhanê bûne çavkaniya hêzê.

Jinên Kurd ku bi têkoşîna xwe bûn mînak ji cîhanê re, ev yek bi rastiya PKK’ê kir ku hêza xwe bi PKK’ê nas kir û xwe gihand cewhera xwe.

Têkoşîna 50 salî ya PKK’ê, têkoşîna 30 salî ya artêşbûna jinê hem ji bo mirovahiyê hem jî ji bo jinan nirxên mezin afirandiye.

Jiyan Reşît da zanîn ku têkoşîna YJA Star û HPG’ê ya li hemberî teknîk û madeyên kîmyewî, nîşaneya şênber a vê yekê ye û wiha bi dawî kir:

Bi kevneşopiya berxwedanê ya PKK’ê re, YJA Starê navê xwedîderketina li mîrateya 50 salî ye.

Bang li jinên ciwan hemûyan dikim ku xwe bigihînin azadiyê, xwe bigihînin çiyê, faşîzmê hilweşînin, azadiya fîzîkî ya Rêberê me misoger bikin û jiyana xwe ava bikin.

Back to top button