LI PARÊZGEHA DERAYÊ LIV Û TEVGERA DIJBERÎ RÊJÎMÊ VEJÎN DIBE

18 Hezîrana 2018’an, rêjîma Sûrî tevî hevkarên wê dest bi operasyona kontrolkirina parêzgeha Der’a û tevahî başûrê Sûrî kir.
Ew operasyon di 31 Tîrmehê de bi dawî bû û rêjîma Sûrî serweriya xwe li herêmê ragihand.
Lê hema xelkê Der’ayê dîrokê vedigerînin 2011’an û careke din dijberiya xwe li hember rêjîma Sûrî detnîşan dikin.
Bûyerên teqîn û armancgirtina endamên hêzên rêjîmê, vê yekê teqez dike.

Salek di ser kontrolkirina rêjîma Sûrî ya parêzgeha Der’ayê re derbas bû.

31 Tîrmeha 2018’an herêma başûrê Sûrî ku Der’a jî di nav de, ji bin destê çeteyan derket û hêzên rêjîma Sûrî serweriya xwe ragihand.

Lê hema piştî derbasbûna salekê, bi taybetî di roj û hefteyên dawî de, tevlihevî careke din derdikeve holê.

Bûyerên teqîn û kuştinê careke vedigere û dibe rojeva parêzgeha Der’ayê.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku kesên nenas nepejirandina hebûna hêzên rêjîmê li Der’ayê bi awayekî rojane destnîşan dikin.

Yek ji rêbazên redkirina rêjîma Sûrî li Der’ayê, nivîsandina gotinên dijberî rêjîma Sûrî li ser dîwarên dibistanan, li bajarok û gundan e.

Herî dawî, li gundê Sehim El-Colan wiha hate nivîsandin: “Bimre rêjîm û leşkerên wê, şoreşa me heya serkeftinê ye”.

Her wiha rewşa ewlehî jî xirabtir dibe, bi taybetî jî armancgirtina endamên hêzên rêjîmê û komîteyên lihevkirinan.

Herî dawî, duh êvarê roja Duşemê endamekî Hêzên Ewlehiya Siyasî bi guleyên ji aliyê kesên nenas ve hat kuştin.

Li navçeya El-Ecemî ya rojavayê Der’ayê, bombeyek hat teqandin û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Bi kurtasî, bûyerên kuştin û teqandina bombeyan li Der’ayê rojane pêk tên.

Ev tê wê wateyê ku şêniyê Der’ayê di vegera dîroka 2011’an de bi îsrar e.

Leave a Reply

Back to top button