Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo li Goristana Şehîd Delîl Saroxan kom bûn û şehîdên meha Mijdarê bi bîr anîn.
Bi amadebûna bi sedan şêniyên Qamişlo li Goritana Şehîd Delîl Saroxan 92 şehîdên meha Mijdarê yên di dem û cihên cuda de şehîd bûbûn, hatin bibîranîn.
Di merasîma bîranînê de, piştî rêzgirtinê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Necah Gulo axivî, şehîdên meha Mijdarê û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: Me bi rihê şehîdan, fikir û felsefeya rêber Apo dest pê kir û têkoşîn bilind kir.
Em bi şehîdan û têkoşînê gihiştin vê qonaxê. Sozdayîna şehîdan û heskirina ji bo şehîdan ew e ku em rêya wan dewam bikin. Em ê heta avakirina welatekî azad têkoşîna xwe bilind bikin.
Bîranîn bi dirûşmehên şehîd namirin bi dawî bû.