Dandias, li Trablusê daketina ji balafirê red kir

Wezîrê Derve yê Yewnanîstanê Nikos Dendias bi serdaneke fermî çû Lîbyayê.
Lê Dendias li paytext Trablusê ji balafirê peya nebû û plana xwe ya li bajêr betal kir.

Piştre Dendias derbasî Bîngazî ya li rojhilatê Lîbyayê bû.

Dendias plan dikir ku li Trablusê bi Serokê Konseya Serokatiyê ya Lîbyayê Muhammed Yunus el Menfî re hevdîtin bike.

Wezîra Derve ya Lîbyayê Necla Menquş li Balafirgeha Trablusê li benda pêşwazîkirina Dendias bû.

Wezareta Lîbya diyar kir ku Dendias bê ku sedemekê diyar bike ji balafirê daneketiye û ji welat derketiye.

Wezaretê ev yek jî weke bêrêziya li hemberî Lîbiyan pênase kir.

Ev bûyer di navbera Atîna û Trablusê de bû sedema aloziyê.

Ev demeke li Lîbyayê du hikûmetên cuda bi serokatiya Ebdulhamîd Dibeybe û Fethi Başaga hene.

Ji ber têkliya hikumeta Ebdulhemîd Dibeybe ya bi Tirkiyê re, Yewnan, Misir û Komara Qibrisê nerazî ne.

Hikumeta Başaga ya li Tobrukê jî li dijî vê peymanê derdikeve.

Back to top button