ŞÊNIYÊN BABÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ DAKETIN QADAN

Li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, şênî bi hêrs in û bertekên nerazîbûnê li dijî dagirkeriya Tirk nîşan didin.
Bi sedan şêniyên bajarê Babê li dijî dagirkeriyê careke din daketin qadan. Şêniyan diyar kirin ku ji dema bajarê Babê hatiye dagirkirin, ewlehiya herêmê têk çûye û ev bi dagirkeriya Dewleta Tirk û çeteyên wê ve girê didin. 

Dewleta Tirk a dagirker li kûderê be, tevlihevî, gendelî û nearamî serwer in.

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê duh careke din li bajarê Babê yê dagirkirî 2 xwepêşandan hatin lidarxistin.

Ya yekemîn ji aliyê xwendekarên bajarê Babê li pêşiya rêveberiya Perwerde û Fêrkirinê bû..

Bi dehan Xwendekar li dijî gendelîya dagirkeriya dewleta Tirk daketin qadan.

Xwepêşandana duyemîn jî li dijî bêewlehiya li bajarê Babê û gundewarên wê bû.

Xwepêşandêran diyar kir ku sedema vê yekê siyasetên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ne.

Ya duyemîn jî duh êvarê li Qada Çerxerêya Senter a bakurê Babê li ser banga kombûna malbatên li bajêr, bi sedan şênî daketin qadan.

Xwepêşandêran banga azadî, rûmet û ewlehiyê kirin.

Her wiha berpirsyariya teqînên li bajêr diqewimin, spartin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê.

Li gorî pankarta di destê şêniyan de, serjimara qurbaniyên teqînên ji destpêka dagirkeriya Tirkiyê ji bajarê Babê re gihaştiyê, 33 kesan, li gel 145 birîndaran.

Şêniyên bajarê Babê li dijî saziyên dagirkeriyê gelek caran daketin qadan, kombûna herî dawîn jî 20’ê Tîrmehê li dijî biryarên meclisa herêmî bû.

Leave a Reply

Back to top button