Roja 7’an a mîhrecana Rojava bi dawî bû

Roja 7`an a 8.Mîhrîcana Rojava bi pêşandana 3 fîlman li navenda HRRK`ê bi dawî bû. 

8.Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê li hola HRRK a li Qamişlo didome.

Bi dehan nivîskar, mamoste, saziyên çandî, helbestvan, rewşenbîr û nûnerên Akademiya Îslama Demokratîk di roja 7’an a mihrîcanê de amade bûn.

Di roja 7’an a Mîhrecanê de semînerek berfireh li ser ” Metaryalên perwerdeyê yên Rojava” hat dayîn.

Di semînerê de behsa rastiya perwerde, asta wê û pêşketinên wê , kêmasiyên ku derdikevin nîqaş hat kirin.

Gelek helbestvanan jî helbestên bi zimanê kurdî pêşandam.

Roja 7’an a mîhrîcanê bi pêşandana 3 fîlman bi dawî bû ..

Ev film li bajarê Mehbad ê Rojhilatê Kurdistanê hatine kişandin û behsa jiyana asayî li wê derê dike.

Her wiha dirêjahiya her fîlmekî 3 heta 5 deqeyan e.

8’emîn mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê

Back to top button