Hejmara kesên ti teqîna Silêmaniyê de jiyana xwe ji dest dan gîhîşt 11 kesî

Saet bi saet bîlançoya teqîna silêmaniyê giran dibe.
Hejmara kesên di teqîna li Silêmaniyê de jiyana xwe ji dest dan gihişt 11 kesan

Duh êvarê li taxa Kazîwe ya Silêmaniyê tankerek a gazê teqiya.

Di encama teqînê de 3 xanî rûxiyan.

Heta niha di bin kavilên van xaniyan de cenazeyê 11 kesan hetiye derxistin.

Her wiha 5 kes jî bi birîndarî hatine derxistin.

Hate ragihandi ku hêj nêzîkî 4 yan 5 kesan dibin kavilan de mane ku hinek jê zarokin, yek jê mezine û yek jî kale.

Walîyê Silêmaniyê jî diyarkiribû ku teqîna rû dayî neterorîstiye û ji ber tankerek gazê bû.

Îdayên ku dibêjin bûyereke terorîstî ye ne rast e.

Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir eşkere kir ku li gorî agahiyên wan 20 kes li mala teqîn lê rûda ye bûn û boneyek wan hebû.

Her wiha hate ragihandin ku birnarên ku di bin kavilan de hatiye derxistin li nexweşxaneyên Silêmaniyê tên dermank
irin.

Back to top button