ŞÊNIYÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ PIŞTÎ 7 SALAN BERÊ XWE DIDIN HECÊ

Piştî 7 salan şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî berê xwe didin hecê.

Ev 7 salin ji ber rewşa ku herêm tê re derbas dibe şênî nedkarîn biçin hecê.

Îro sibehê 45 mêr û jinên Bakur û Rojhilat Sûrî bi rêya deriyê Sêmalka derbasî Başûrê Kurdistanê.

Ji wir jî wê şênî berê xwe bidin Erebistana Siûdî û biçin hecê.

Tê payîn ku 65 kesên ji herêmê ne û li kampên Başûrê Kurdistanê dimînin, tevlî wan bibin.

Kongreya Civaka Demokratîk a Îslamî bi koordîneya bi aliyên peywendîdar di Ewqafa Hikumeta Başûrê Kurdistanê re , serpereştiya çûyîna şêniyan a hecê dike.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Îslamî û endamên kongreyê heta deriyê Sêmalka bi şandeyê re çûn.

Berpirsên Kongreya Civaka Demokratîk a Îslamî dan zanîn ku ji bo rêya çûn û hatina hecê hêsan bikin ew bi aliyên peywendîdar re di nava dan û standina de ne.

Leave a Reply

Back to top button