Li Kolombiya ji ber baranê 271 kes mirin

Li Kolombiya barana zêde, bîlançoyek giran li pey xwe hişt.
Ji ber baranê herî kêm heta niha 271 kes mirine.
Serokomarê welat Gustavo Petro ji bo derfetên giştî hîn zêdetir bikar bîne ji despêka mehê ve rewşa ‘afatê ya netewî’ ragihand.

Li gorî raporeke fermî ya ku doh hatî parvekirin, li Kolomiyayê demsala baranê ya herî dijwar a 40 salên dawî destpê kiriye û wê heta Adarê dewam bike.

Hate ragihandin ku ji destpêka meha Mijdarê ve herî kêm 271 kes ji ber vê karesatê mirin e.

Li gorî Yekîneya Rêveberiya Rîska Afetê ya Neteweyî (UNGRD), baran sê hefteyên dawî zêde bû û li 32 şaxên welêt bandor li 745 hezar kesî kir.

Bi giştî 348 kes birîndar bûn, 6 hezar û 755 mal, bi sedan rê, pir û lûleya drenajê xisar dîtin.

Petro: Wê alîkariya mexduran bê kirin

Hikumeta Serokkomar Gustavo Petro ji bo derfetên cemaweriyê hîn bêhtir bi kar bîne destpêka vê mehê weke rewşa ‘afetê ya neteweyî’ ragihand.

Di çarçoveya vê tedbîrê de ji dayikên bi tenê û malbatên ku xisar li wan bûye, alîkarî tê dayin.

Back to top button