LI KOBANÊ MAYÎN TEQIYA 2 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA Û 5 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Li gundê Zormexarê yê bakurê rojavayê kantona Kobanê mayînekî berê ya çeteyên DAIŞ’ê bi erebekî sivîlan ve teqiya. 2 şêniyan jiyana xwe ji dest da, 5 jî birîndar bûn. 

Erebeya mayîn pêve teqiyayî ji çalakiya mertalên zindî ya li gundê Ziyaretê vedgeriya.

Di encamê de endama Mala Jin a Herêma Firatê parêzer Eyşe Mustefa Elî ya 45 salî û ajarokarê erebeyê Xalid Kemal Ehmed yê 28 salî jiyana xwe ji dest dan.

Her weha 5 kes jî bi sivikî birîndar bûn.

Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Şehîd Zozan a bajarê Kobanê.

Li gorî agahiyan tê payîn ku cenazeyê Eyşe Mustefa Elî û Xalid Kemal Ehmed sibe Çarşemê li goristana Şehîd Dicle werin veşartin.

Leave a Reply

Back to top button