Duh êvarê li taxa Kazîwe ya Silêmaniyê depoya sîstema germkirina bi gazê a avahiyekê teqîya û îro aghir bi avahiyekê ket. Di bûyerya duh de, 15 kesan jiyana xwe ji dest da.
Duh êvarê li taxa Kazîwe ya Silêmaniyê depoya sîstema germkirina bi gazê a avahiyekê teqîya..
Di encama teqînê de, 3 xanî rûxiyan û li derûdorê gelek zirar çêbûn û gelek kes di bin kavilan de man.
Heta seatên derengiya şevê lêgerîna li qurbaniyan dewam kir.
Li gorî agahiyan, 15 kesan jiyana xwe ji dest dane û 13 kes jî birîndar in..
Li Silêmaniyê agir bi avahiyeke bazirganiyê ket
Li aliyê din, li gorî agahiyên Rojnews , îro li ser rêya 30 metre ya parêzgeha Silêmaniyê di qata sêyemîn a avahiyek bazirganiyê de agir derket.
Tîmên agirkujiyê gihiştin cihê bûyerê agir vemirandin.
Lê heta niha li ser buyerê û ziyanan aliyên peywendîdar, tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.