Li Minbicê dewreya perwerdê a Asayîşa Jin bi dawî bû

31 jin ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Minbicê û gundewarên wê beşdarî perwerdeya 45 rojan bûn. Di dewreya perwerdeyê de jinan waneyên fikrî û leşkerî dîtin û dan zanîn ku ew ê ji bo parastina herêm û jinan her dem li ser piyan bin.

Akademiya Şehîd Simko ya li bajarê Minbicê, gevên xwe yên nû di aliyê rêxistinkirina jinan di aliyê leşkerî de avêtin.

Akademî perwerdehiya taybet dide û gelek jin tê de cih digirin.

Cara yekemîn li bajar perwerdeya leşkerî ji bo hêzên Asayîşa Jin hat destpêkirin.

Perwerde waneyên fikrî û leşkerî dida jinan.

31 jin ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Minbicê û gundewarên wê beşdarî perwerdeya 45 rojan bûn.

Jinên tevlî perwerdeyê bûn anîn ziman ku ew ê ji bo parastina herêma xwe her li ser piyan bin.

Şoreş Muhammed Ramazan da zanîn ku ev dewre bi taybetî ji bo jinan û ji bo wê girîng e.

Aya Şehade jî destnîşan kir ku tevlîbûna jinan a dewreyê gaveke mezin bû û got:

Niha em ê beşdarî hemû operasyonan bibin û herêmê û jinan biparêzin.

Zulêxa Şukrî Hemmo jî dibêje:

Divê jin rola xwe di Operasyonên Taybet de bi cih bînin û astengiyên ku jinan paşde dihêlin derbas bikin.

Back to top button