Partiya Çepgir a Swêdê: Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e

Li Swêdê Endamê Desteya Rêvebir a Partiya Çepgir a Swêdê Robert Armblad bertek li dijî bikaranîna çekên kîmyewî da û bêdengiya cîhanê ya li hember sûcên dewleta tirk şermezar kir. 

Li Swêdê Endamê Desteya Rêvebir a Partiya Çepgir a Swêdê Robert Armblad,bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla şermezar kir û got:

“Em ji nêzve sêcên dewleta tirk dişopînin. Ji me re raporên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla tên.

Bi dehan sal in dewleta Tirk axa Kurdan dagir kiriye û ji ber dagirkeriyê sivîl jiyana xwe ji dest didin.

Dewleta Tirk, bi çekên kîmyewî gelek Kurd dike armanca û wan ji malên wan kirin.

Em weke Partiya Çepgir parastina hiqûqa navneteweyî bikin û em dibêjin ku em bi dostên xwe yên Kurd re ne. ”

Robert Armblad bang li cîhanê kir ku li dijî sûcên Tirkiyê dawî bêdengiya xwe bînin, ger bêdeng bimînin wê dewleta tirk sûcên xwe bidomîne.

Back to top button