Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê dewam dike

Di roja 8ʹemîn a Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê panelek bi navê “Rewşa radyoyên xwecihî ên li Rojava” li ser rewşa Radyoyên li heremê hate lidarxistin.

Di panelê de rewşa radyoyên xwecihî ên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê weşanê dikin û zehmetiyên ku li pêşiya xebatên wan derdikevin hat nirxandin.

Beşdaran jî rêbazên çareserkirina pirsgirêkan û pêşxistina radyoyan nîqaş kirin.

Piştre gelek helbestvanan helbest xwendin.

Di dawiyê de şanoyek bi navê “Ji bo welat” hat pêşkêşkirin..

Tê payîn ku Mîhrîcan heta 20ʹê Mijdarê bi dawî bibe.

Back to top button