”Rêber Apo bi civaka azad re civakîbûneke nû afirand”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat derbarê rastiya rêber Apo de nivisand û ev tişt got:
Rêber Apo bi civakeke azad re civakbûneke nû afrand..

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat derbarê heqîqeta rêber Apo de ji ajansa nûçeyan a Firatê re nivîsand.

Besê Hozat kesayeta rêber Apo bi van gotinan pênase kir.

”Rêber Apo meşeke azadiyê ya bêdawî û bênavber e, rastiya jiyaneke azad û demokratîk e.

Rêber Apo bi kesayetiya xwe ya bi eşqa heqîqetê dagirtî, bi azadîpareziya jinê, ekolojîk û demokratîk taybetmendiyên PKK’ê afirand û nasnameya wê ava kir”.

Besê Hozat eşkere kir ku Rêber Apo li hemberî malbata kevneşop, nirxên feodal, çanda zayendîperest, mêtingeriya qirker û modernîteya kapîtalîst têkoşiya û domand:

Rêber Apo bi jin a azad re civakîbûneke nû afirand.

Civakîbûna Kurdistanî di şexsê Rêber Apo de şênber bû

Besê Hozat da zanîn ku civakîbûna Kurdistanî di şexsê Rêber Apo de şênber bû.

Rêber Apo jiyan û şoreşa bêyî vîna jinê şaş dît

Besê Hozat destnîşan kir ku rêber Apo jiyan û şoreşa bêyî vîna jinê şaş dît.

Lewra bi kûrahî fêhm kir ku heta jin azad nebe jiyan azad nabe, sosyalîzma bêyî vê jî nabe sosyalîzm û ev lê zêde kir:

Rêber Apo ji nakokiya çînî û neteweyî dest pê kir û xwe gihand nakokiya jinê û xwezayî, bi vî rengî mifteya çareseriya pirsgirêkên civakî bi dest xist.

PKK’ê artêşbûna jinê, partîbûna jinê û rastiya jiyana demokratîk û azad e ku berê xwe daye konfederalîzma jinê ya demokratîk a cîhanê.

Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ lêgerîna wekhev a azadiya jinê ye

Besê Hozat îşaret bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku îro li tevahî cîhanê gerdûnî bûye kir û ev tişt got:

Ev dirûşm formeke balkêş a lêgerîna wekhev û azadiya jinê ye ku di nava rastiya PKK’ê de afiriye.

Nîşaneya exlaqî-estetîk a kombûna li hev a Rêbertî û Jinên Azadbûyî ye.

L gel zor û zehmetiyên mezin li nava PKK’ê pêk hat, bi Jîna Emînî û Nagîhan Akarsel re bû rastiya jinê ya azad..

Tu teknîk nikare israra di azadiyê de tune bike

Besê Hozat di dawiyê de balkişand ser berxwedana gerîla ya li hemberî çekên nukleer û kîmyewî û wiha got:

Ti teknîk nikare rastiya mirovan a ku aşiqê azadiyê ye, di azadiyê de israr dike û ji bo wê bi têgihiştî têdikoşe, tune bike.

Back to top button