Xalên leşkerî yên Îranê li Sûriyê bûn armanca Îsrayîlê

Vê sibehê balafirên Îsrayîlê çek û cebilxaneyên milîsên Îranî yên li Sûriyê topbaran kir.
Di encamê de 4 leşkerên Hikûmeta Şamê hatin kuştin.

Piştî berbanga îro, balafirên Israîlî cihên milîsên Îranî û berevaniya esmanî ya hêzên Hikumeta Şamê kir armanc.

Deverên ku hatin topbaran kir jî gundewarê herêma Mesyaf a Hemayê, gundewarê Humsê û gundên Cebelê ya parêzgeha Laziqiyê ne,

Di encama vê topbaranê de 4 leşkerên Sûriyê hatine kuştin, ku di nav wan de efserek jî heye.

Li aliyekî din çek û cebilxaneyên Îranê hatin jinavbirin.

13ê vê mehê jî êriş ji aliyê Israîlê ve pêk hatibû, ku di encama 3 karmendên berevaniya esmanî yên Hikûmeta Şamê, di nav wan de serdar û serbazek, hatin kuştin û 16 kesên din jî birîndar bûn.

Back to top button