Li Stenbolê Meclisa Jinan a HDK’ê daxuyanî da

Bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çalakî zêde dibin.
Di vê derbarê de li Stenbol, Edene, Mêrsîn, Riha û Mêrdînê jî çalakî hebûn. Di çalakiyan de bang li jinan hat kirin ku têkoşîna azadiya jinan bilind bikin. 

Ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Tundiya Ser Jinan li Bakurê Kurdistanê çalakî zêde dibin.

Di ve çarçoveyê de Meclîsa Jinan a HDK’ê li navçeya Kadikoy a Stenbolê daxuyaniyek da û ev tişt anî ziman:

”Li Tirkiyeyê zext û tundî li ser jinan heye. Ji polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst jin bi bandor dibin.

Em ê li her dera cîhanê têkoşîna azadiya jinan bilind bikin û xwedî li nasname, gel û jiyana xwe derdikevin.”

”Têkoşîna jinan wê mêran jî azad bike”

Mêrên ji Bakurê Kurdistanê jî der barê tunediya li ser jinan axivîn û diyar kirin ku desthilatdarî zîhniyeta serdest xwedî dike.

Her wiha piştrast kirin ku têkoşîna jinan wê zîhniyeta serdest têk bibe û bi xwe re mêran jî azad bikin.

Li Bajarê Edeneyê jinan çalakiyek li dar xistin

Platforma Jinan a li bajarê Edeneyê yê Tirkiyê jî bi heman armancê çalakiyek li dar xist û têde Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari axivî.

Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku têkoşîna wan a li dijî tundiya mêr-dewletê didome û ev tişt anî ziman:

“Em 25’e Mijdarê diyarî endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel û Jîna Emînî dikin ên ku hatibûn kuştin.

Dirûşmeya ‘jin, jiyan, azadî’ li tevahiya cîhanê olan dide. Pora Jînayê û pênûsa Nagihanê li dijî tundiyê bûn yek”

Mêrsîn- Meclisa Jinan a HDP’ê bernameya çalakiyan eşkere kir

Meclisa Jinan a HDP’a Mêrsînê û çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî bi daxuyaniyeke bernameya 25’ê Mijdarê eşkere kirin.

Di bernamê da hate gotin ku wê 19 mehê heta 25 ê mehê bi çalakiyên cûr be cûr vê rojê pêşwazî bikin.

Serdana Emîne Şenyaşar hat kirin

Meclîsa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li Rihayê jî bi boneya rojê serdana Emîne Şenyaşar kir.

Li wir hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl diyar kir ku ew ê li hemberî hemû curên şîddeta li ser jinê têbikoşin.

Mêrdîn- TJA bi jinan re civiya

Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê jî TJA bi jinan re civiya.

Di civînê de Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Berîvan Bahçecî axivî û bal kişand ser girîngiya 25’ê Mijdarê.

Her wiha bang li jinan kir ku li dijî zextan dakevin kolan û qadan û van zextan qebûl nekin.

Back to top button