Kongra Star têkildarî teqîna li Silêmaniyê peyama sersaxiyê da
Meclisa Kongra Star sersaxî da malbatên qurbaniyên teqîna li Silêmaniyê û banga girtina tedbîran ji bo parastina zarok û jinan kir.
Meclisa Kongra Star jî têkildarî mijarê peyama sersaxiyê da malbatên qurbaniyan û got:
“Belaya hatiye serê gelê me yê Başûrê Kurdistanê, ya me tevan e. Em ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê û ji birîndaran re şîfayê dixwazin.
Em hêvî dikin ku her kes ji karesatên bi vî rengî yên ku sedemên wan teknîk in, dûr be.
Em bang li desthilatê û aliyên xizmetguzariyê dikin ku ji bo parastina jin û zarokên li malan tedbîran bigirin.
Her wiha bang li hemû malbatan dikin ku tedbîrên silametiyê pêk bînin û bi awayekî rast sîstemên gaze û hwd bi kar bînin.
Nexasim ku em ketina demsala zivistanê ku tê de îhtimala bûyerên bi vî rengî zêde ye.”