HPG: 23 dagirker hatin kuştin û derb li skorskiyekê hat xistin

Di encama çalakiyên Gerîlayan de 23 leşkerên tirk ên dagirker hatin Kuştin.
6 çeper, 2 mayinên kemînê hatin ruxandin û derb li helîkopterek skorsky û maşineyek zirxî jî hate xistin.
Her wiha HPG’ê nasnameya 3 gerîllayan jî eşkere kir.

Navenda ragihandin û Çapemenîyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encama çalakiyên hêzên gerîla li dijî dewleta Tirk a dagirker eşkere kir.

Li gorî vê,

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûre ya Şehîd Savaş Maraş de,

16’ê Mijdarê tîmên gerîla li derdora çeperên şer ên Şehîd Pîrdogan ên Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê çalakiyeke koordîneyî li dar xistin.

Di encamê de 14 dagirker hatin kuştin û 6 çeper hatin rûxandin.

18’ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, 3 caran bi çalakiyên sûîqestê û 2 caran bi çekên giran li dagirkeran hat xistin û li vir 3 dagirker hatin kuştin.

Heman rojê 2 mayinên ku dagirkeran li derdora çeperên şer ên Şehîd Yûnûs bi cih kiribûn ji aliyê gerîla ve hatin teqandin.

19’ê Mijdarê helîkopterên Skorksy yên ku xwestin dakevin Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, bûn armanca lêdana gerîla ..

Li vir derb li helîkopterekê hatin xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

18’ê Mijdarê dema komeke dagirker a ji 10 leşkeran pêk dihat li qada Dêrê kom bûbûn, bûn armanca lêdana tîmên gerok ên gerîla..

Li vir jî 6 dagirker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de Li herêma Zapê:

18’ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, tîmên gerîla yên gerok 2 caran bi çekên giran li ya dagirkeran xistin.

Heman rojê dema konvoya dagirkeran ji Qada Sîda ber bi Qada Çemçoyê ve diçû, tîmên gerîla bi çekên giran li wan dan.

Derb li wesayîteke zirxî hate xistin.

Têkildarî êrişên dewleta Tirk ên Qadên Parastinê yên Medya jî HPG’ê ev agahî dan:

“Artêşa Tirk a dagirker carekê bi bombeyên qedexe,

4 caran bi çekên kîmyewî,

6 caran bi balafirên şer,

44 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obus, tank, hawan û çekên giran qadên gerîla bombebaran kirin.”

HPG: 3 hevreyên bi lehengî şer kirin û şehîd bûn

HPG’ê di daxuyaniya xwe de nasnameya 3 hevrêyê xwe ku di çalakiya li Metîna de şehîd bûn jî eşkere kir û ev yek got:

“Rêhevalên me Milîtan, Serxwebûn û Nejwan ên ku bi ruhê fedaî û lehengiya xwe bê tirs meşiyan ser çeperên dagirkeran û tirs xistin dilê dagirkeran, li ser xeta fedaî şer kirin û derbên giran li dagirkeran dan.

Her sê hevalên me di vê çalakiyê de bi giranî birîndar bûn, heta nefesa xwe ya dawîn şer kirin û piştre bombeyên xwe di xwe de teqandin û şehîd bûn.”

HPG’ê sersaxî ji hemû gelê Kurdistanê, gelê Amed û Qoserê û bi taybetî jî ji malbatên Milîtan, Nejwan û Serxwebûn re xwest .

Back to top button